KARNAMEYÊN WERZA YEKEM LI XWENDENDEKARÊN ŞEHBA HATIN BELAVKIRIN
Xwendekarên Efrîn û Şehbayê karnameyên werza yekem ya sala xwendinê bi sirûda neteweyî wergirtin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê, li 14 hezar 157 xwendekarên Efrîn û Şehbayê karnameyên weza yekem ya sala xwendinê belav kirin.
Karname li 63 dibistanên Şehbayê hate belavkirin û dê xwendekar hefteyekê betlaneyê bikin piştre werza duyem dest pê dike .
Li Şehbayê tevî dorpêçê û êrîşên dewleta Tirk proseya xwendinê berdewam dike .