Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR: BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÛYE NAVENDA HEDEFGIRTINA JINÊN PÊŞENG

Kongra Star a Efrîn Şehbayê bi daxuyaniyekê hedefgirtina siyasetmedar û pêşeng Zelal Zagros şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji hêza jinên rêxistinkirî ditirse .
Kongra star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Başûrê Kurdistanê bûye navenda hedefgirtina jinên pêşeng.
Her wiha bang li jinan kir ku li hember hedefgirtinên polîtîk ên dewleta Tirk rabin û helwestên xurt nîşan bidin.
Daxuyanî bi diruşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.