Kanala ROJAVA TV

ÇALAKVAN Û RÊVEBRÊN REQAYÊ: HEVPEYMANA CIVAKÎ LI DIJÎ BERJEWENDIYÊN DEWLETA TIRK E

Çalakvan û Siyasetmedarên Reqayê diyar kirin ku Hevpeymana Civakî li dijî berjewendiyên dewleta Tirk a dagirkere.
Her wiha anîn ziman ku eger Hevpeyman bi awayekî baş di nava çivakê de bikeve meriyetê, dê guhertinên êrînê çêbike.

Di Kanûna sala 2023’an de, Meclisa Gelan a Demokraît Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser piştî pêşkêşkirina Reşnivîsê, nîqaş û dengdanê, erê kir.

Hevpeymana ku weke bingeh û nexşerêya xebatên Rêveberiya Xweser e, rastî pêşwaziyeke germ a pêkhateyên herêmê tê.

Çalakvanê Sivîl Beraa El Ebadî diyar kir ku piştî erêkirina Hevpeymana Civakî, dewleta Tirk a dagirker her dem û dem bi dijwarî êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Reqayê Ebd El Rehman El Ehmed jî tekez kir ku eger Hevpeyman bi awayekî baş di nava çivakê de bikeve meriyetê, dê guhertinên erênî çêbike.

Hevpeymana ku ji 134 madeyan pêk tê, xwe dispêrê paradîgmaya Neteweya Demokratîk ya azadiya gelan.

Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê, dê bibe bingeha xebatên Rêveberiya Xweser.