Kanala ROJAVA TV

SALVEGERA DAMEZIRANDINA RÊVEBERIYA XWESER A CIZÎRÊ HAT PÎROZKIRIN

Xelkên Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û pîrozkirina salvegera 10’an a damezrandina Rêveberiya Xweser a Cizîrê meşeke girseyî li darxistin.
Meşevanan diyar kirin ku bi fikrê Netewa Demokratîk û biratiya gelan projeya Rêveberiya Xweser bi ser ket.

Di bin diruşmeya ” Bi rihê şerê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa xwe biparêzin” Xelkên Qamişlo meşek li dar xistin û salvegera 10’an a damezrandina Rêveberiya Xweser a Cizîrê pîroz kirin.

Bi hezaran xelkên kantona Qamişlo bi sazî, partî û pêkhateyên xwe beşdarî meşa mezin bûn.

Meş ji çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir û li Stada Şehîdên 12’ê Adarê veguherê mîtîngê.

Di mîtîngê de hate diyar kirin ku Fikrê Netewa Demokratîk û biratiya gelan hişt ku êrîş li dijî herêmê zêde bibe.

Seroka Desteya Jin ya kantona Cizîrê Evîn Paşo diyar kir ku ji ber dewleta Tirk Rêveberiya Xweser wek xeteriyekê ji xwe re dibîne, her dem wê hedef digre.

Her di mîtîngê de nûnera Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd jî damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kir û behsa kêliyên destpêkê yên damezirandina Rêveberiyê kir.

Mîtîng bi berzkirina wêneyên Şehîdan, alên Rêveberiya Xweser û siloganên ” Berxwedan Jiyane ” bi dawî bû.