Kanala ROJAVA TV

JI BER ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ ZIYAN GIHÊŞT AŞÊ GENIM A AMÛDÊ

ABDULLAH DERBAS- XWEDIYÊ AŞÊ GENIM A AMÛDÊ

Ji navendên ku 14’ê mehê bûn armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker, aşê genim a navçeya Amûdê bû.

Xwediyê aşê, Abdullah Dirbas ji Rojava TV re diyar kir ku, dewleta Tirk li pêş çavên her kesî jiyana sivîlan hedef digire.

Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li dijî Rojava de raseterast navendên xizmetê bi taybet ên sivîlan hedef girt.

Ji navendên ku 14’ê mehê bûn armanca êrîşên dewleta Tirk, aşê genim a ku nêzî 6 kîlo metre ku dikeve başûrê navçeya Amûdê bû.

Aş ê welatiyê bi navê Abdullah Dirbas e û 2’yemîn aş li ser asta Kantona Cizîrê ye.

Xwediyê aşê, Abdullah Dirbas ji Rojava TV re diyar kir ku dewleta Tirk li pêş çavên her kesî jiyana sivîlan hedef digire.

Her wiha Abdullah Dirbas got, di encama bombebaranê de ziyanek mezin gihêştiye aşê.
Şeva 12’ê Çileyê dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û keşfê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kir.

Di êrîşan de zêdetirî 80’î navendên xizmetê hatin hedef girtin.