KOÇBERÊN EFRÎNÎ Û ŞEHBAYÊ YÊN LI MINBICÊ: EM Ê BI BERXWEDANA XWE VEGER IN
Ofîsa Koçberên Efrînî û Şehbayê ya li Kantona Minbicê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, ew ê bi berxwedana xwe vegerek bi rumet misoger bikin.
Ofîsê di daxuyaniyê de salvegera 6’an a destpêkirina êrîşên li dijî Efrînê her wiha sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker li bajêr şermezar kirin.
Her wiha Ofîsê diyar kir ku, salvegera êrîşên li dijî Efrînê birînên wan kur dike, lê li hemberî wê hêrsa wan a derxistina dagirkeriya Tirk ji Efrînê bilindtir dibe.
Ofîsa Koçberên Efrînî û Şehbayê ya li Kantona Minbicê anî ziman ku, ew ê bi têkoşîn û berxwedana xwe vegerek bi rumet misoger bikin, dagirkeriya li Efrînê dawî bikin û serkeftinê bi dest bixin.