Kanala ROJAVA TV

KOMBENDA EFRÎN A CIVAKÎ DAXWAZA BIDAWÎKIRINA DAGIRKERIYA LI EFRÎNÊ KIR

Kombenda Efrîn a Civakî li bajarê Qamişlo jî bi heman armancê daxuyaniyek da û tê de daxwaza dawîkirina dagirkeriya li Efrînê kir

Daxuyanî li çerxereya Horî ya li bajêr bi beşdariya bi dehan koçberên Efrînî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, dewleta Tirk bi êrîşên li dijî Efrînê re xwest kurdan qir bike û wan bê nasname bihêle, lê xelkên Efrînê tevî hemû êrîşên hovanehe 58 rojan berxwedaneke bê hempa meşandin.

Her wiha hat diyarkirin ku, êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya êrîşên li dijî Efrînê ye.
Kombenda Efrîn a Civakî ya li bajarê Qamişlo daxwaz ji Civaka Navnetewî û Rêxistinên mafên Mirovan kir ku dagirkeriya li Efrînê bi dawî bikin.