Kanala ROJAVA TV

EFRÎNIYÊN LI REQAYÊ ÊRÎŞÊN LI DIJÎ EFRÎNÊ ŞERMEZAR KIRIN

Koçberên Efrînî yên li Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê salvegera 6’an a destpêkirina êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin û bang li Civaka Navnetewî kirin ku li hemberî sûcên Tirkiyê ji bêdengiya xwe derkevin.
Koçberan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku, piştî 6 salan ji êrîş û dagirkirina Efrînê, heta niha Efrîn tevî welatî, xwaze û axa xwe rastî sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê.
Her wiha koçberan gotin, Efrîn ku navenda hembêzkirina pêkhateyan bû û bi felsefeya Netewa Demokratîk jin xwedî li nasnameya xwe derket, îro li Efrînê tê kuştin, tecawizkirin û revandin.
Koçberên Efrînî yên li Kantona Reqayê di daxuyaniya xwe de, salvegera 6’an a destpêkirina êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin û bang li Civaka Navnetewî kirin ku li hemberî sûcên Tirkiyê ji bêdengiya xwe derkevin û dagirkeriya li Efrînê bi dawî bikin.