LI SERANSERÎ HERÊMÊ HEDEFGIRTINA ŞEHÎD ZELAL ZAGROS HAT ŞERMEZARKIRIN
Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestên li hemberî Hedefgirtina Fermandar, Şoreşger û Siyasetmedara Kurd Zelal Zagiros zêde dibin.
Jinên Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê hedefgirtina şoreşger Zelal Zagiros şermezar kirin
û bang li jinan hate kirin ku li ber hedefgirtinên polîtîk ên dewleta Tirk rabin û helwestên xurt nîşan bidin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê jî bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî fermendar Zelal Zagiros şermezar her wiha bang li hemû jinan kir ku rabin ser piyan û xwedî li têkoşera azadiyê derkevin .
Li aliyekî din Meclisa Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê derbarê hedefgirtina Şehîd Zelal daxuyaniyek dan û gotin, Başûrê Kurdistanê bûye navenda hedefgirtina jinên pêşeng.
Her wiha Meclisê tekez kir ku ew ê li hemberî polîtîkeyên dijmin têkoşîna xwe mezintir bikin.Şeva 18’ê mehê li bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê Fermandar Şoreşger û Siyasetmedara Kurd Zelal Zagiros di encama êrîşkeke çekdarî de hedef hat girtin