LI ŞEHBA Û KOBANÊ DESTPÊKIRINA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ EFRÎNÊ HATE ŞERMEZARKIRIN
bi hezaran xelkên Şehba, koçberên Efrînî û xelkên Kobanê meşên girseyî lidarxistin û destpêkirina êrîşên dagirkeriyê li dijî Efrînê hatin şermezarkirin.
di salvegera 6’an a destpêkirina êrîşên dagirkeriyê li dijî Efrînê de li seranserî herêmê çalakiyên cihereng hatin lidarxistin.
Ji wan çalakiyan li Kobanê û Şehba meşên girseyî hatin lidarxistin û êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin.
bi sedan koçberên Efrînî û xelkên Şehba daketin qadan û meşeke girseyî lidarxistin.
meş ji benzînxaneya Muşat pestpêkir û li qada ajotinê veguherî mîtîngê.
di mîtîngê de peyamên parastina xak û domandina berxwedana serdemê derketin pêş.
Xelkên kobanê jî bi heman mebestê daketin qadan û banga rizgarkirina Efrînê kirin.
Meş ji qada şehîd Egîd destpêkir û li qada Jina Azad veguherî mîtîngê.
di mîtîngê de kiriyarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê hati şermezarkirin.
xelkên kobanê di dawiyê de banga rizgarkirina Efrînê kirin.
weke îroj beriya 6 salan êrîşên dagirkeriyê destpêkirin û heta roja îroj peyama gelê berxwedêr nehatiye guhertin û her rizgarkirina Efrînê ye.