Kanala ROJAVA TV

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK ÊRÎŞÊN XWE LI DIJÎ HERÊMÊ DIDOMÎNE

Rêvebirên Minbicê êrîşên dawî ên Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê, şermezar kirin .
Her wiha destnîşan kirin ku dê êrîşên dagirkeriyê vîna gel neşkîne.
Her ku diçe Dewleta Tirk a dagirker bi hincetên cûrbecûr êrîşên xwe li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû dike.
dagirkerî di êrîşên xwe de binesaziya herêmê hedef digire .
Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan yê Minbicê Rbîh el Izeldîn diyar kir ku dewleta Tirk li dijî herêmê sûcên şer pêk tîne .
her wiha Hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk ya Minbicê Muna El Xelef jî desnîşan kir ku dê êrîşên dagirkeriyê vîna gel neşkîne
Dewleta tirk di êrîşên xwe yên 23’ê vê mehê de li dijî bakur û rojhilatê sûriyê rasterast binesazî, navendên xizmetguzarî, nexweşxane, dibistan, navendên tenduristiyê, nuqteyên petrolê, stasyonên kehrebê û malên welatiyan kir hedef .