Kanala ROJAVA TV

GELÊ HERÊMÊ LI HEMBER ÊRÎŞAN PEYAMA BERXWEDANÊ DIDIN

Xelkên Kobanê jî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin: armanca dagirkeriyê valakirina Herêmê ye .

Her wiha li hember êrîşan banga bilindkirina asta têkoşînê kirin .

Dewleta Tirk a dagirker careke din bi pêleke nû dest bi êrîşên xwe yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Dagirkerî di êrîşên xwe de rasterast binesaziya herêmê hedef digire .

gelê herêmê jî li dijî siyasetên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî bertekên xwe nîşan didin.

Xelkên kobanê diyar kirin ku armanca dagirkeriya dewleta Tirk valakirina Herêmê ye .

Her wiha xekên kobanê bang li tevahî gelê herêmê kirin ku li hember êrîşan xwedî helwest bin û asta berxwedanê bilind bikin .

Li hemebr Êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gel li seranserî Herêmê dadikevin qadan û banga rawestandina êrîşan dikin .