Kanala ROJAVA TV

LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ GEL LI SER PIYAN E

Rêveberên Partî û Tevgerên li bajarê Hesekê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker gotin, vîna wan ji balafirên Tirkiyê xurttire.

Her wiha tekez kirin ku li hemberî êrîşan ew ê parastina axa xwe bikin.

Li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşist ku bi armanca tunekirinê pêk tên, gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xeta berxwedan û têkoşînê de dewam dikin.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM a bajarê Hesekê Silav Ehmed anî ziman ku, vîna wan ji top û balafirên Tirkiyê xurttire.

Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a Hesekê Samiye Ehmed jî diyar kir ku, heta dawiyê ew ê parastina axa xwe bikin û planên dagirkeran serûbinî hev bikin.

Dewleta Tirk a dagirker di şeva 12’ê Çileyê de bi balafirên cengê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê da bombebaran kir.

Li gorî berpirsên Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Cizîrê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 2 hezar û 232 gund bê kehrebe mane.