Kanala ROJAVA TV

HÊRSA LI HEMBER SÛCÊN LI DIJÎ JINAN LI EFRÎNÊ ZÊDE DIBE

Jinên Efrînî bertek li hemberî sûcên dagirkeriyê ên li dijî jinên li Efrînê nîşan dan û destnîşan kirin ku dewleta Tirk ji hêza jina azad ditirse.

Her wiha jinan tekez kirin ku dê tu carî jin serî ji sûcên dagirkeriya dewleta Tirk re netewînin.

Heyama 6 salan e bê navber û bi awayekî sîstematîk, dewleta Tirk a dagirker jinên efrînî ku pêşengî ji şoreşê re kirin, direvîne, qetil û işkence dike .

Herî dawiyê û di çarçoveya rêze kiryarên xwe de, dagirkeriyê cezayê darvekirinê li 2 jinên Efrînî biriye .

Biryara darvekirinê rastî nerazîbûn û karvedanên tund tê û daxwaza bi dawîkirina dagirkeriyê bilindtir dibe .

Jinên Efrînî bertek nîşanî hovîtiya Tirkiyê dan û destnîşan kirin dewleta Tirk ji hêza jina azad ditirse.

Jinên Efrînî tekez kirin ku dê tu carî jin serî ji sûcên dagirkeriya dewleta Tirk re netewîne

Jinên Efrînî bi ruhê tolhildanê, pêkanîna edaletê û bidawîkirina dagirkeriyê soza bilindkirina asta têkoşînê dan .