Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO SALVEGERA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ EFRÎNÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Saziyên Civaka Sivîl û şêniyên bajarê Qamişlo îro bi daxuyaniyekê salvegera destpêkirina êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin.

Saziyên Civaka Sivîl û şêniyên bajarê Qamişlo bi nêzhatina salvegera 6’an a destpêkirina êrîşên li dijî Efrînê p salvegera 2’yan a êrîşa li dijî zîndana Sînaa, daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, dagirkirina bajarê Efrînê destpêka girêkkirina krîza Sûriyê bû.

Her wiha soz hat dayîn ku heta tevahî planên dijmin têk biçin û herêmên dagirkirî, rizgar bibin, wê berxwedan berdewam bike.

Saziyên Civaka Sivîl û şêniyên bajarê Qamişlo anîn ziman ku, bi berxwedana gelê Efrînê dê Efrînê rizgar bibe û dawî li dagirkeriyê were.