RÊVEBERIYA XWESER A CIZÎRÊ: EFRÎN DÊ BI BERXWEDANA GEL RIZGAR BIBE
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê jî îro bi daxuyaniyek diyar kir ku ew ji armancên xwe paş de venagerin û dê bi berxwedana xwe planên dagirkeran vala derxînin.
Meclisa bajarê Hesekê, Partiyên Siyasî, Saziyên Rêveberiya Xwser beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dagirkirina Efrînê û kiryarên ku îro li wir ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk tên li dijî exlaqê mirovahiyê ye, her wiha divê di zûtrîn dem de dagirkeriya li Efrînê bi dawî bibe.
Rêveberiyê anî ziman ku wan ji bo aramiya li herêmê 121 can oxir kirin, ji lew re ew ê tu caran serî ji dagirkeran re netewînin.
Her wiha hat gotin ku, ew ji armancên xwe paş de venagerin û dê bi berxwedana xwe planên dagirkeran vala derxînin.