Kanala ROJAVA TV

MECLISA IDLIB A PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ KONGRÊ XWE YÊ 3’AN LI DAR XIST

Meclisa Idlib a partiya Sûriya Pêşerojê kongrê xwe yê 3’an li dar xist û tekezî bi pêwîstiya rawestandina êrîşên dagirkeriyê kir.
Kongir bi durişma partiya me pêşeroja me ye, vîna me garantiya me ye, hêza me serkeftina me ye, sûriyê me dike yek li kantona Reqa hate lidarxistin.
Di kongrê de 200 delege ji endamên partiyê, nûnerên rêveberiya xweser, şêx û rûspiyên eşîran û siyasetmedar ji Idlib, Reqa û Tebqa beşdar bûn.
Her di kongrê de axavtin hatin kirin û tekezî bi çareserkirina aloziya sûriyê hate kirin her wiha tekezî bi pêwîstiya rawestandina êrîşên dagirkeriyê hate kirin.
Kongre bi daxuyaniyekê bidawî bû û têde êrîşên dagirkeriyê hate şermezakirin û hate gotin êrîşên Tirkiyê çareseriya aşityane asteng dike.