ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK BI DAXUYANIYÊN CÛDA HATIN ŞERMEZAR KIRIN
Bi armanca şermezarkirina êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyên cûda hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de soza berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê hate dayîn.
Dewleta Tirk a dagirker ji 12’ê heta 16’ê Çileya 2024’an ve bi dijwarî êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku di encamê de 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, 7 sivîl birîndar bûn û derdor 80 deverên li herêmê hatin bombebaran kirin.
Sazî û Dezgehên herêmê jî ji bo şermezarkirina van êrîşan, daxuyaniyên cûda bi raya giştî re parve kirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser binesaziya herêmê şermezar kir.
Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişan dixwaze siyaseta qirkirin, wêrankirinê bimeşîne û projeya Netewa Demokratîk têk bibe
Rêveberiyê di dawiyê de soza berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê li himberî êrîşan da.
Nûnerên 15 sazî, yekîtî, komele û malbendên rewşenbîrî yên Kurd, Ereb, Asûr, Suryan û Ermen li Qamişlo û Hesekê daxuyaniyeke hevbeş dan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên bi balafir, top û dironan li dijî herêmê, dixwaze têkçûna xwe ya hundirîn binuximîne.
Di dawiyê de saziyan yek rêziya xwe li dijî êrîşên Tirkiye nîşan dan û soza bilindkirina asta berxwedanê dan.
Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo jî ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî binezasiya herêmê daxuyaniyek li pêşiya avahiya xwe de.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk bi van êrîşên xwe hemû zagonên mafê mirovan binpê dike.
Di dawiyê de bang li dewletên navnetewî hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û sînorekî ji dewleta Tirk re deyînin.
Li kantona Minbicê jî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya bi daxuyaniyekê êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan dixwaze serdema Osmanî vegerîne.
Kombûna Zenûbya di dawiyê de soza bilindkirina asta tekoşînê li himberî êrîşan da.
Rêveberiya Xwecehî ya kantona Firatê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze porjeya Rêveberiya Xweser têk bibe.
Di dawiyê de bang li civaka navdewletî kir ku bi erkê xwe yê mirovî rabe.