Kanala ROJAVA TV

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK BÛ SEDEM KU GELÊ HERÊMÊ BÊ AV BIMÎNE

Hevserokê Gerînendeya Avê ya bajarê Qamişlo Wasil Esed li gel Rojava Tv êrîşên dewleta Tirk ên li dijî cihên xizmetê şermezar kir.
Wasil Esad diyar kir ku bi hedefgirtina stasyonên Kehrebê re, av ji ser bi hezaran şêniyan kantona Cizîrê qut bû.

Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina stasyonên Kehrebê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nêzî 450 hezar kesî li herêmê bê av û kehrebe hişt.

Nivîsgeha Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişan daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku dewleta Tirk her sê stasyonên li Qamişlo û 105 bîrên din ên avê hedef girt û ji xizmetê derxist.

Derbarê de, Hevserokê Gerînendeya Avê ya bajarê Qamişlo Wasil Esed ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku hedefgirtina stasyonên Kehrebeyê, bû sedem ku av ji ser herêmê qut bibe.

Her wiha Wasil Esed anî ziman ku ew hewil didin bi riya Ceneretor û Sehrîcan avê ji gel re peyda bikin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 13’ê Çileyê ve bi balafirên bêmirov û yên şer binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike.