Kanala ROJAVA TV

FERHAD ŞAMÎ: EGER ÊRÎŞ DEWAM BIKIN DÊ QSD’Ê BERSIVÊ BIDE

Berpirsê Navenda Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî tekez kir ku, eger êrîşên dagirkeriyê dewam bikin ew ê di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî ji Rojava TV re behsa geşedanên dawî yên li herêmê kir.

Ferhad Şamî got, bi êrîşên dewleta Tirk re zîndana Sînaa ya Hesekê ku girtiyên DAIŞ’ê tê de ne hat hedefgirtin. Her wiha diyar kir ku êrîş li dijî beşa (Eşbal El-Xîlefê) pêk hat.

Her wiha Şamî da zanîn ku Hêzên QSD’ê yên ku parastina zîndanê dikin hewldana revê yên hin çeteyan têk bir.

Ferhad Şamî diyar kir ku li gorî raporên navdewletî yên gihêştine destê wan, DAIŞ hewl dide careke din xwe li herêmê zindî bike.

Berpirsê Navenda Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî got, eger êrîşên dagirkeriyê dewam bikin ew ê di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin.