Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK BI BALAFIRAN KEDA 12 SALAN A ŞOREŞÊ DIRÛXÎNE

Xelkên bajarê Kobanê jî li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker helwestên xwe nîşan dan û gotin, dewleta Tirk dê li hemberî berxwedana gelê Kurd têk biçe.

Wekî her carê dewleta Tirk a dagirker da ku binketinên xwe yên li hemberî destkeftî û berxwedana kurdan veşêre dest bi êrîşên qirkirinê kiriye.

Gel Li hemberî polîtîkeyên Tirkiyê yên ku dikevin asta qirkirinê, bertekên tund nîşan didin.

Xelkê bajarê Kobanê ji telefizyona me re anîn ziman ku êrîşên dewleta Tirk ji hovîtiya DAIŞ ne cuda ye .

Her wiha xelkên Kobanê tekez kir ku, dewleta Tirk dê li hemberî berxwedana gelê Kurd têk biçe.

Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berdêlên giran û bi saya xwîna zêdetirî 12 hezar Şehîd destkeftiyên mezin bidest xistin.

Lê îro dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên bê mirov wan destkeftiyan bi temamî diroxîne.