EFRÎNIYAN BI SALVEGERA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ EFRÎNÊ RE PEYAMA BERXWEDANÊ NÛ KIRIN
Bi salvegera 6’an a destpêkirina êrîşên li dijî Efrînê re, Koçberên Efrînî yên ku li kampa Berxwedan a şehbayê dimînin peyama bilindkirina asta berxwedanê nû kirin û gotin, êrîşên dagirkeriyê dê vîna wan neşkîne.
20’ê Çileya 2018’an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 72 balafirên şer û bi çekên giran êrîşeke berfereh li dijî Efrînê meşandin.
Dagirkeran da ku gel koçber bikin û herêmê dagir bikin hovîtirîn komkujî pêk anîn.
Bi salvegera 6’an a destpêkirina êrîşên li dijî Efrînê re, Koçberên Efrînî yên ku li kampa Berxwedan a şehbayê dimînin, gotin êrîşên Tirkiyê ên bi armanca tunekirina gel dê vîna wan neşkîne.
Her wiha Koçberan destnîşan kirin ku, ew ê heya vegera li Efrînê têkoşîn û berxwedana xwe bidomîn in.
Ji dema dagirkirina Kantona Efrînê û ta roja koçberên Efrînî yên ku li Şehbayê dimînin rastî dorpêç û êrîşên Tirkiyê tên.
Lê ji ber ku hêvî ji her tiştî binirxtire, koçberên Efrînî bi hêviya vegera li warê xwe hemû zehmetiyan derbas dikin