LI ŞEHBA NAVENDEKE JI BO DERMANKIRINA NEXWEŞAN BI GIYAYÊN XWEZAYÎ, HATE VEKIRIN
li Şehba Komîteya Tenduristî û Giyayên Xwezayî ya rêveberiya xweser nevendeke tenduristiyê ji bo dermankirina nexweşan bi giyayên xwezayî, vekir.
xelkên şehbayê Endamên Saziyên Sivîl û Leşkerî, partiyên Siyasî û Endamên Kongra star, beşdarî şahiya vekirina navendê bûn.
Di şahiya vekirina navendê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku dê navend xizmetê ji gel re bike û pêdiviyên wan peyda bike .
Li gorî komîteyê, navend ji du beşan pêk tê, beşa yekem tenduristiye û ya duyem xwezayî ye .