Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO BI ARMANCA ŞERMEZARKIRINA ÊRÎŞAN, KONÊ ÇALAKIYÊ HATE VEDAN

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Qamişlo û Amûdê çalakiyên konvedanê hatin lidarxistin .

Beşdarên çalakiyê tekezî bi bilindkirina asta Têkoşînê li hember êrîşên dagirkeriyê, kirin.

Li Qamişlo bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiya konvedanê hate lidarxistin.

Konê çalakiyê li ber çerxerêya Efrîn a li bajêr hate vedan .

Di çalakiyê de bi dehan xelkên Qamişlo, Endamên Partiyên Siyasî, Kongra Star,TEV-DEM û endamên komînan, amade bûn .

Her wiha Çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Bi heman armancê li navçeya Amûdê jî konê çalakiyê hate vedan, û çalakgeran hêrsa xwe li hember êrîşên dagirkeriyê anîn ziman.

Bi dehan xelkên navçeyê, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, Kongra Star, endamên komîn û meclisên navçeyê beşdarî çalakiyê bûn.

Beşdarên çalakiyê tekezî bi bilindkirina asta Têkoşînê li hember êrîşên dagirkeriyê, kirin

Li hemebr Êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gel li seranserî Herêmê dadikevin qadan û banga rawestandina êrîşan dikin .