Kanala ROJAVA TV

GELÊ HERÊMÊ LI HEMBER ÊRÎŞAN PEYAMA BERXWEDANÊ DIDIN

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyan de peyamên berxwedanê hatin dayîn.

Dewleta Titk a dagirker ji 12’ê Çileyê ve careke din bi dijwarî êrîşî binesazî û cihên xizmetguzarî yên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê dike.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker Daxuyaniyan didin û Hêrsa xwe tînin ziman .

Li bajarê Qamişlo 33 partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têklidarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber avahiya NY daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi deh hezaran malbat li herêmê ji kehrebe û ava vexwarinê bê par man.

Partiyan di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlekariyê ya NY kir ku hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina xelkê li bakurê rojhilatê Sûriyê bigirin.

bi heman armancê Koordînasyona Partiyên Siyasî li Reqayê daxuyaniyek da û banga rawestandina êrîşan kir .

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk li dijî herêmê sûcên şer pêk tîne.

partiyan di dawiya daxuyaniya xwe de gotin ku divê dewleta Tirk a dagirker were darizandin û hesab jê were xwestin.

Her li Reqayê Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şermezar kirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêma bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi riya êrîşan dixwaze gelê herêmê koçber bike û porjeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Di dawiyê de Meclisê banga bilindkirina asta berxwedanê li himberî êrîşan da.

Li Minbicê jî, Rêxistinên Civaka Demokratîk bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriyê ên li dijî herêmê şermezar kir .

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina binesaziya herêmê, dixwaze gelê herêmê birçî bike û neçarî koçberiyê bike.

Di dawiyê de Rêxistinan tekez kirin ku dê êrîşên dagirkeriyê vîna gel neşkîne .

Her li Minbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li dijî herêmê dixwaze serdema Osmanî ji nû ve zindî bike .

meclisê got ku êrîşên dewleta Tirk berxwedaniya wan xurtir dike .

Her wiha Yekîtiya Kedkaran, Yekîtiya Cotkar û Sewaldaran ya kantona Kobanê bi daxuyaniyê çapemeniyê êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Yekîtiyan diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşên xwe hemû zagonên mafê mirovan û parstina xweza û lawiran binpêdike.

Di dawiyê de Yekîtiyê bang li Civaka Navnetewî kir ku sînorekî ji êrîşên qirker yên dewleta Tirk re deynin .