Kanala ROJAVA TV

DORPÊÇA HIKÛMETA ŞAMÊ REWŞA JIYANÎ YA KOÇBERÊN EFRÎNÎ DIJWARTIR KIRIYE

Koçberên Efrînî ji Rojava TV re diyar kirin ku dorpêça Hikumeta Şamê bandoreke neyinî li jîyana wan kiriye û ew bi zehmetî pêdiviyên jiyanî dabîn dikin.
Her wiha dan zanîn ku dê dorpêç ti carî vîna wan neşkîne û ew ê li ber xwe bidin.

Ev dîmenên kampa Berxwedan ya koçberên Efrînî ne, tevî azarên Koçberiyê, lê Hikûmeta Şamê jî hawirdora wan dorpêç kiriye û nahêle pêdiviyên jîyanî derbas bibin.

Ji qada tenduristî û sotemenîyê bigire, heta bi qadên aborî û perwerdeyê zirareke mezin ji dorpêçê dîtine.

Koçberên Efrînî ji Rojava TV re weha behsa êş û azarên koçberî û dorpêçê dikin.

Tevî dijwarbûna dorpêç û êrîşan, lê çavê wan her li rêya vegerê û rizgarkirina Efrînê ye.

Firqeya çaran a ser bi Hikûmeta Şamê ve, ev serê çend salan e û bi taybetî bi hatina demsala Zivistanê re, bi awayekî sîstematîk dorpêçê dijwar dike, lê tevî vê yekê jî koçberên Efrînî her li ber xwe didin.