Kanala ROJAVA TV

MECLISA GEL Û BAWERIYAN PIŞTGIRIYA PÊNGAVA AZADIYA RÊBER APO KIR

Meclisa Gel û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan re ragihand.
Daxuyanî bi amadebûna endamên Meclisa Gel û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sazî û Oldaran li pêşiya avahiya NY hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku bi milyonan pêkhate û gel bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawerin û ji bo xwe wek hêviyekê dibînin.
Her di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku azadiya rêber Apo ji bo peydakirina çareseriyeke aştiyane ji doza Kurd û Filistînê pêwîstiyeke.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî, Olî, Vatîkan, Zanîngeha El Ezher û CPT`yê hate kirin ku destwerdanê bikin û Rêber APO serbest berdin.