Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ HERÊMÊ HATIN ŞERMEZAR KIRIN

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da û êrîşên hovane bi tundî şermezar kirin.
Daxuyanî bi beşdariya endamên saziyên Sivîl, Leşkerî, partiyên Siyasî û rêxistinên Civaka Sivîl li çarxareya Neîm a Reqa hate dayin.
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezar kirin.
Her di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.
Di dawiya daxuyaniyê de banga bilindkirina asta tekoşînê li himberî van êrîşan hate kirin.