Kanala ROJAVA TV

RAYEDARÊN HERÊMÊ BERTEKAN NÎŞANÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK DIDIN

Rayedarên herêmê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan dixwaze gelê herêmê bide koçber kirin.
Her wiha destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi êrîşan zagonên navnetewî binpê dike.

Dewleta Tirk a dagirker ji 12’ê mehê ve bi dijwarî êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Rayedarên Rêveberiya Xweser ji Rojava Tv re axivîn û êrîşên hovane yên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Cibicîkar ya Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşan zagonên navnetewî binpê dike.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Cibicîkar ya Rêveberiya Xweser Gabiryêl Şemûn diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û gelê herêmê koçber bike.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser, dewleta Tirk a dagirker di 3’ê rojên dawî de zêdeyî 73 êrîş li dijî herêmê pêk aniye ku di encamê wê de bi sedan gund û bajarên herêmê bê kehrebe û av mane.