Kanala ROJAVA TV

GELÊ HERÊMÊ JI BO ŞERMEZARKIRINA ÊRÎŞAN DAKETIN QADAN

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bi hezaran şêniyên herêmê daketin qadan.
Gelê herêmê destnîşan kirin ku ew ê tu carî serî ji êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk re netewînin.

Li hemebr Êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gel li seranserî Herêmê dadikevin qadan û banga rawestandina êrîşan dikin.

Bi sedan xelkên bajarê Qamişlo bi durişma “Na ji dagirkeriya Tirk re” û “Em ji vir dernakevin” meşek li dar xistin.

Meş ji çerxerêya Sonî destpêkir û li çerxerêya şehîd Rûbar, veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û banga bilindkirina asta Têkoşînê li hember êrîşên dagirkeriyê hate kirin.

Bi heman armancê xelkên Kobanê û gundên derdorê daketin qadan, û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û li li Qada Şehîd Egîd a bajêr veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî hate kirin ku sînorekî ji êrîşên dagirkeriyê re deynin .

Li Minbicê jî xelkên bajêr û gundên derdorê daketin qadan û li hember êrîşan hêrsa xwe nîşan dan.

Meş li Çerxerêya El Delê veguherî mîtîngê.

Meşvanan destnîşan kirin ku ew ê tu carî serî ji êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk re netewînin.

Gelên herêmê dengê xwe billind dikin û dibêjin ku ewê li dijî hemû êrîşan têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin û destketiyên şoreşa xwe biparêzin.