Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN KOBANÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ DAKETIN QADAN

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagiker ku li ser herêmê didomîne, ciwanên Kobanê daketin qadan û hêrsa xwe nîşan dan.
Meş ji kolanên bajêr dest pê kir û li qada jina azad veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de daxuyaniyek hate dayîn û tê de êrîşên dagirkeriyê ên li dijî binesaziya herêmê hate şermezar kirin.
Her wiha hate destnîşan kirin ku divê gel li dijî êrîşên qirkirinê berxwedanî û têkoşînê mezin bikin .
Meş bi durişmên na ji êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk re bi dawî bû.