Kanala ROJAVA TV

189 KES JI PEYMANGEHA AMADEKIRINA MAMOSTEYAN A REQA DERÇÛN

Peymangeha amadekirina mamosteyan a kantona Reqa ji bo derçûna nifşê 2’an ji mamosteya çalakiyek lidarxist.
Bi serpereştiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqa Peymangeha amadekirina mamosteyan bawername li nifşê 2’an ji mamosteyên derçûyî ku hejmara wan 189 kesin belavkir.
Çalakî li hola komîteya perwerde û fêrkirinê ya kantonê bi beşdariya hejmareke mamoste, rêveberên peymangehê û desteya Perwerdeyê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de axavtin hatin kirin û destnîşan bi rola saziyên perwerdeyên ên ji pêşxistin û perwerdekirina civakê hate kirin.