Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER A KANTONA CIZÎRÊ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ŞERMEZAR KIR

Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriyê ên li dijî herêmê şermezar kir û bang li gelê herêmê kir ku li hemberî şerê qirkirinê pergala parastinê xurt bikin.
Rêveberiya xweser di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di encama êrîşên dewleta Tirk de saziyên xizmetguzariyê ku av, enerjî û çandinî ji tevahî herêmê re peyda dikirin, ji xizetmê derketin.
Her wiha Rêveberiyê destnîşan kir ku armanc ji êrîşan astengkirina têkoşîna li dijî terorê ye .
Rêveberiyê tekez kir ku ew ê li hember êrîşan hevgirtin û berxwedana xwe xurt bikin, destkeftiyên xwe biparêzin, plan û siyasetên koçberî û demografiya herêmê têk bibin.
Rêveberiya xweser di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hêzên çalak ên li Sûriyê, Civaka Navneteweyî û Rêxistinên Mirovî kir ku li hemberî êrîşan bi erkên xwe rabin .