Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK SÛCÊN DERMIROVÎ LI DIJÎ JINAN PÊK TÎNE

Têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên li Efrîna dagirkirî, Cîgira Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku, sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan dermirovî ne.
Her wiha Rûken Mele Îbrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk hewil dide vîna azad a jinan bişkîne.

10’ê çileyê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrîna dagirkirî cezayê darvekirinê li 2 jinên kurd birîne.

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sûcên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinên li herêmên dagirkirî tên meşandin, tên şermezarkirin.

Cîgira Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku, sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan dermirovî ne .

Rûken Mele Îbrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide vîna azad a jinan bişkîne.sûcên li dijî jinan li Efrîna dagirkirî berdewam in û12’ê çileyê Rêxistina mafê mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku çeteyên bi navê polîsên sivîl an ku istixbaratên çeteyan 2 xuşk ji gundê Guliya Jêrîn ê navçeya Raco revandin û çarenûsa wan ne diyar e.