TEV-DEM’Ê CIVÎNA XWE YA SALÊ LI DAR XIST
Ofîsa Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM’ê ya Kantona Cizîrê, civîna xwe ya salane lidarxist.
Civîn li hola navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi beşdariya Hevserokên TEV-DEM û Hevserokên Yekitîyên Civaka Sivîl hate lidarxistin.
Di civînê de perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin.
Her wiha Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed diyar kir tevî êrîşên dagirkeriyê wan di sala 2023’an de gavên girîng avêtin.
Rûken Ehmed tekez kir ku ew ê bi xurtkirina rêxistinbûnê planên dijmin û dagirkeriyê têk bibin.
Di civînê de rapora salê ya karûxebatê hat xwendin û ji aliyê beşdarvanan ve hat nirxandin.
Beşdaran tekez kirin ku ew ê di sala nû de bi felsefeya Rêber APO têkoşîna xwe xurttir bikin.