Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN QAMIŞLO LI DIJÎ SÛCÊN DEWLETA TIRK ÊN LI EFRÎNÊ MEŞIYAN

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li hemberî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên Efrîna dagirkirî pêk tîne, meşiyan.
Meş ji pêşiya dermanfiroşa Deham bi beşdariya bi sedan şêniyên bajêr, Saziyên Sivîl, Kongra Star, Meclisa Jin û TEV-DEM dest pê kir û li ber avahiya UN veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed axivî û diyar kir ku, dewleta Tirk û çeteyên wê bi armanca şikandina vîna jinan sûcên herî hovane dimeşîne.
Her wiha Remziye Mihemed anî ziman ku, ji bo azadiya tevahî jinan ew ê têkoşîna xwe bikin cîhanî.
Meş bi berzkirina durişmên “Berxwedan Jiyane” bi dawî bû.