DEWLETA TIRK SÛCÊN DERQANÛNÎ LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ DIMEŞÎNE
Têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên li Efrîna dagirkirî, Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Meryem Îbrahîm diyar kir ku, sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinên li Efrînê derqanûnî ne û bi armanca şikandina vîna jinan e.
Herî dawî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrîna dagirkirî cezayê darvekirinê li 2 jinên kurd birîne.
Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Karkeran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Meryem Îbrahîm diyar kir ku, sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan derqanûnî ne.
Meryem Îbrahîm anî ziman ku, dewleta Tirk bi revandina jinan re dixwaze vîna gelê ku bi axa xwe ve girêdayî ye bişkîne.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê navê 10 jinên ku ji dema dagirkirina Efrînê ve hatine revandin û li girtîgeha navendî ya Efrînê têne ragirtin eşkere kir.
Ji wan 10 jinan hem Kurd hem jî Ereb hene û cezayên giran û darvekirinê li wan hatiye birîn.