DEWLETA TIRK BINESAZIYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ HEDEF DIGIRE
Xelkên navçeya Tirbespiyê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji Rojava TV re tekez kirin ku, ew ê li hemberî êrîşan axa xwe biparêzin û planên dagirkeran vala derxînin.
Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên bê serûber, sûcên şer li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne.
Doh di seatên şevê de dewleta tirk a dagirker derdora bendava Başût a rojhilatê bajarê Dêrikê bombebaran kir.
Di heman demê de stasyona Zarbe û Ewde yên li navçeya Tirbespiyê 5 caran bombebaran kir, di encamê de zirarên mezin çêbûn.
Xelkên navçeya Tirbespiyê ji Rojava TV re gotin, li hemberî êrîşan ew ê axa xwe biparêzin.
Her wiha Xelkên navçeyê anîn ziman ku, berxwedana wan dê planên dagirkeran vala derxîne.Li gorî şîrovekarên siyasî yên li herêmê, her ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedan û çalakiyên Gerîlayên Azadiyê bi bin dikeve êrîşî Rojava dike û dixwaze tola xwe hilîne.