KONGRA STAR JI BO JINÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ PERWERDEK LI DAR XIST
Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê perwerdeyeke vekirî ji jinên li hemû navçeyên katonê li dar xist.
Perwerde di bin diruşmeya “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Misogeriya Çareseriya Rojhilata Navîn e ” hat li darxistin.
Bi dehan jinên Kantonên Efrîn û Şehbayê li cihên cûda tevlî perwerdeyê bûn.
Perwerde li navçeyên Fafîn, Til Rifat, Şêrewa û Kampa Berxwedanê hatin dayîn.
Di perwerdeyê de, fikrê Rêber APO, biratiya Gelan û şerê gelê şoreşgerî hatin nirxandin.
Beşdaran diyar kirin ku bi riya perwerdeyan ew ê kêmasiyên heyîn çare bikin û hêz û rola jinan di civakê de xurtir bikin.