ŞÊNIYÊN KANTONA REQAYÊ CENAZEYÊN 3 ŞERVANÊN QSD’Ê OXIR KIRIN
Bi sedan şêniyên kantona Reqayê bi merasîmeke girseyî cenazeyên 3 şervanên QSD’ê ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bibûn, oxir kirin.
Her sê şervanên QSD’ê di encama êrîşên dewleta Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê de şehîd bûn.
Bi sedan şêniyên Reqayê û nûnerên Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî cenazeyên şehîdan ji pêşiya morgê wergirtin û ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.
Di merasîmê de li ser navên Meclîsa Cîbicîkar û Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin.
Her wiha hat diyarkirin ku, dewleta Tirk dixwaze aramiya herêmê û destkeftiyên şoreşê têk bibe.
Piştre nasnameyên şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin û cenaze bi dirûşmeyên şehîd namirin, hatin oxirkirin.