Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ KOMXEBATEK DERBARÊ KOMÎNAN DE HAT LIDARXISTIN

Di bin dirûşmeya “Komîn Garantîya Neteweya Demokratîk e”, li kantona Reqayê komxebatek derbarê komîn û meclîsan de hat lidarxistin.

Di komxebatê de nûnerên ji komîn û meclîsên her çar kantonên Reqa, Dêrazor, Minbic û Tebqayê amade bûn.

Her wiha hevserokatiya giştî ya Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Di komxebatê de çawaniya avakirina jiyaneke komînal û xurtkirina rola komînan hatin nîqaşkirin.

Her wiha mijarên weke pergala hevserokatî û aboriya komînal jî bûne mijarên giring ên nîqaşa komxebatê.