LI ŞEHBAYÊ ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA PARÎSÊ BI MEŞEKÊ HATIN BIBÎRANÎN
Bi hezaran koçberên Efrînî û şêniyên Şehbayê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya yekemîn xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandêran bênavber dirûşmeyên Berxwedana Heval Sara rêya me ronî kir û em ê dagirkeriyê têk bibe, berz kirin.
Her wiha li ser navên Kongra Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.
Axêveran diyar kirin, tevî ku 11 sal di ser komkujiya Parîsê ya yekemîn re derbas dibin, lê hîna kujer nehatine darizandin.
Her wiha gotin, bêdengiya Fransayê hêzê dide dewleta Tirk a dagirker û teqez kirin ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.