Kanala ROJAVA TV

LI SERANSERÎ HERÊMÊ ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA PARÎSÊ HATIN BIBÎRANÎN

Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê, xwepêşandan hatin lidarxistin.

Di xwepêşandanan de hate gotin, dijmin di şexsê Heval Sara de xwest vîna jina azad têk bibe û rêxistina jinên Kurd ji holê rake.

Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn hatin bibîranîn.

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê xwepêşandanek li dar xistin.

Meş bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî û şehîd namirin” ji çerxerêya Osman Seberî dest pê kir û li qada şehîd Rûbar veguherî mitîngê.

Şêniyên bajarê Hesekê jî bi berzkirina wêneyên şehîdên jin û dirûşmeyên Berxwedan Jiyan e, xwepêşandanek li dar xistin.

Di xwepêşandanê de axaftin li ser navê Kongreya Star hate kirin û hate diyarkirin ku, komkujiya Parîsê bi plana MÎT’a Tirk hat pêkanîn.

Her wiha jinan teqez kirin ku heta henaseya dawiyê ew ê li ber xwe bidin û armancên Şehîd Sara û hevrêyên wê bi jiyanî bikin.

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyên Tolhildanê bi dawî bû. Ev der jî warê berxwedanê bajarê Kobanê ye, şêniyên kantona Firatê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê daketin qadan.

Meşê di bin dirûşmeya Geşkirina agirê berxwedanê, tolhildana şehîdên Parîsê ye ji qada Jina Azad dest pê kir û li rex dibistana Şehîd Seydo veguherî mitîngê.

Xwepêşandanên ku li herêmê hatin lidarxistin, bi soza tolhildana xwîna şehîdan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dawî bûn.