HEVPEYMANA CIVAKÎ MAFÊ JINÊ DIPARÊZE
Rêveberên jin yên kantonên Reqayê û Cizîrê derbarê erêkirina Hevpeymana Civakî de destnîşan kirin ku, Hevpeyman azadiya jin esas girt û ji birêxistinkirina pêkhateyan re bû bingeh.
12 kanona 2023 an Hevpeymana Civakî ya nû ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji çar beşên sereke û 134 xalan pêk tê, ji aliyê Encumena Demokratîk a Gelan ve hat erêkirin.
Di nava xalên hevpeymanê de tundiya li dijî jin wekî sûc hatiye pênasekirin her wiha azadiya jin û wekheviya di navbera herdu zayendan de bingeh hatiye girtin.
Rêveberên jin yên Kantonên Reqa û Cezîrê Hevpeymana Civakî ya nû nirxandin.
Hevseroka Meclisa Zagonsaz ya kantona Cizîrê bi van gotinan behsa Hevpeymanê û bandora wê ya erînî li ser jinê dike.
Hevseroka Meclisa Zagonsaz ya kantona Reqayê got ku Hevpeymana Civakî ya nû ji jinê re bû bingeh.
beriya 2011’an û di serdema rêjîma bess de mafê jinê nebû û destûra sûrî bi xwe jin ji mafê wê bê par dihişt.
lê di şoreşa 19’ê tîrmehê de jinê pêşengî kir, xwe isbat kir û di her qadê de cih git û hevpeymana civakî jî mafê jinê parast.