Kanala ROJAVA TV

JI BER ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ NEXWEŞXANEYA MIŞTENÛR JI XIZMETÊ DERKETIYE

Rêveber û Nexweşên Nexwşxanya Miştenûr a Kobanê êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û gotin ku ji ber hedefgirtina nexweşxaneyê rewşa nexweşan ketiye metirsiyê û nexweşan nema dikarin xwe derman bikin.

25’ê Kanûna 2023’an nexweşxaneya miştenûr ya li Kobanê 4 caran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat hedefgirtin.

Nexweşxaneya ku rojane xizmet ji derdora 400 nexweşî re bê beramber dikir , ji ber êrîşan bi temamî hat rûxandin û ji xizmetê derket.

Rêveberê nexweşxaneya Miştenûr Idrîs Ehmed behsa beşên nexwşxaneyê kir û got ji ber hedefgirtina nexweşxaneyê rewşa nexweşan ketiye metirsiyê.

Nexweşa bi şekir, Xedîca Derwîş diyar kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk gelek zirar gihandine nexweşan û nema dikarin xwe derman bikin.
Li gorî rapora Desteya Tendirustiyê ji ber êrîşan ziyan bi 200 hezar dolarê Amerîkî li nexweşxaneyê bûye.
Desteya Tendirustiyê ya kantona Firatê jî di nava hewldanan de ye ku nexweşxaneya Miştenûr ji nû ve ava bike.