ODEYA BAZIRGANIYÊ YA REQAYÊ CIVÎNA XWE YA SALÊ LI DAR XIST
Odeya Bazirganiyê ya kantona Reqayê di bin dirûşmeya ” Bi hev re ji bo avakirina welatekî û pêşxistina karê bazirganiyê, civîna xwe ya sala 2023’yan li dar xist.
Civîn bi beşdariya nûnerên saziyên civaka sivîl û yekîtiyên li Reqayê hat lidarxistin.
Di civînê de karê odeya bazirganiyê ya di nava sala 2023’yan de û astengiyên ku li pêşiya wan derdikevin, hatin nîqaşkirin.
Her wiha hate diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça li ser herêmê, xebatên wan asteng dikin.
Di civînê de bazirganan pêşnîyarên xwe vegotin û nexşerêya xebatê ya sala nû jî hate danîn.