LI REQAYÊ CIVÎNA SALANE YA KOORDÎNASYONA JIN HATE LIDARXISTIN
Koordînasyona jin a bakur û rojhilatê Sûriyê îro civîna xwe ya salane li Reqayê li dar xist.
Civîn li hola civînan a Meclisa Cîbicîkar a Reqayê bi amadebûna rêveberên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hate li darxistin.
Di civînê de nîqaş li ser projeyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeyên nû yên sala 2024’an hatin kirin.
Her wiha nîqaş li ser parastina destkeftiyên jinan li herêmê jî hatin kirin.