Kanala ROJAVA TV

JINÊN REQAYÊ ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA PARÎSÊ BI BÎR ANÎN

Kombûna Jinên Zenûbya ya Reqayê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn çalakiyek li dar xistin.

Çalakiya bîranînê bi beşdariya nûnerên saziyên jinan li navenda Kombûna Jinên Zenûbya ya li Reqayê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de sînevizyonek li ser jiyana şehîd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hate pêşandan.

Her wiha qala rola her sê pêşengan ya di rêxistinbûna jinan de hate kirin.

Paşê endamên tevgera hîlala zêrîn a Reqayê şanoyek li ser komkujiya Parîsê pêşkêş kirin.