MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A REQAYÊ ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA PARÎSÊ BI BÎR ANÎ
Meclisa malbatên şehîdan a kantona reqayê bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya parîsê bi bîr anî û soza şopandina rêya tevahî şehîdan da .
Meclisê di daxuyaniya xwe de got, şehîdên komkujiya Parîsê ji bo jinên hemû Rojhilata Navîn mînaka fedekarî û rizgariyê ne .
Her wiha teqez kir ku jin dê bi hevgirtin û yekitiya xwe li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û dagirkeriyê têk bibin.
Meclisa malbatên şehîdan a Reqayê Di dawiya daxuyaniya xwe de banga hesabpirsînê kir.