HEVPEYMANA CIVAKÎ DI QADA PRATÎKÊ DE TÊ CÎBICÎKIRIN
Hevserokê Meclîsa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hisên Osman got, Hevpeymana Civakî bi vîn û beşdariya tevahî pêkhateyên herêmê hate sazkirin.
Her wiha Hisên Osman da zanîn ku Hevpeymana Civakî giringiyeke zêde dide mafên jin û ciwanan.
Hevpeymana Civakî ku gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xwe weke vejînekê bi nav dikin, di qada pratîkê de tê cîbicîkirin.
Duh meclîsa gelan a demokratîk civînek li kantona Reqayê li dar xist û li ser çawaniya cîbicîkirina Hevpeymana Civakî mekanîzmeyek danî.
Hevserokê Meclîsa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hisên Osman got, Hevpeymana Civakî bi vîn û beşdariya tevahî pêkhateyên herêmê hate sazkirin.
Her wiha Hisên Osman da zanîn ku Hevpeymana Civakî giringiyeke zêde dide mafên jin û ciwanan.
Hevpeymana Civakî ji 4 beşên sereke û 134 madeyan pêk tê. Her wiha xwe dispêre paradîgmaya Neteweya Demokratîk ya Rêber APO.